1. Hemû Nûçe

  2. Berhevk

  3. "Di kuştina zaroka 3 mehî de tu kêmasî û şaşî tune"
"Di kuştina zaroka 3 mehî de tu kêmasî û şaşî tune","di,kuştina,zaroka,3,mehî,de,tu,kêmasî,û,şaşî,tune"

"Di kuştina zaroka 3 mehî de tu kêmasî û şaşî tune"

A+ A-

 

 

AMED - Wezareta Karên Hundir, ji bo doza Cizîrê parastinek skandal ji dadgehê re şand. Wezaretê têkildarî kuştina Ramazan Înce û neviyê wî yê 3 mehî Miray parast ku di xismeta wan de qusûr tune û got: "Lêdan û kuştina wan, nîşanî me dide ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan qedexeya derketina kolanan çiqas ‘tedbîra jiyanî ye" Wezaretê parast ku ew ne berpirsiyar e û di xizmetê de qusûr tune ye. 

Welatiyên Cizîrê yên di dorpêç, qedexe û êrîşên li dijî Cizîrê de can û malê xwe winda kirin, piştî koçber bûn li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê der barê Wezareta Karên Hundir de doz vekiribûn. Li ser vê dozê Muşawîrê Hiqûqê yê Wezareta Karên Hundir parastinek skandal ku ji 3 rûpelan pêk tê pêşkêşî dadgehê kir. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û 79 rojan dorpêç, qedexe û êrîşên li ser taxên Cizîrê yên bi tang û topan bê navber berdewam kir. Di dorpêç û qedexeya ku 79 rojan berdewam kir de bi hezaran xanî bi tang û topan hatin rûxandin. Bi sedan welatî di jêrzemînan de hatin kuştin. Çekên herî giran hatin bikar anîn. Bi hezaran welatî ji ber xaniyên wan hatin rexakirin ji cih û warên xwe koçber bûn. Welatiyên ku zerara mal û can dîtin xwestin zerara wan bê tazmînkirin û serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê dan. Welatiyên di êrîşa tang û topan de malên wan zerar dît û can û malên xwe winda kirin piştî qedexe bi dawî bû li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê der barê Wezareta Karên Hundir de doza madî û manevî ya tazmînatê vekir. Piştî doz hat vekirin Muşawîrê Hiqûqê yê Wezareta Karên Hundir parastinek skandal ku ji 3 rûpelan pêk tê pêşkêşî dadgehê kir. Wezaretê anî ziman ku doz li dervî hiqûqê ye. Wezaretê parast ku ew ji zerar û ziyana li navçeya Cizîrê pêk hatiye ne berpirsiyar in. Wezaretê dîsa parast ku di xizmetê de qusûr tune ye. Wezareta Karên Hundir di paratinê de wiha got: "

“Di operasyonên li navçeya Cizîrê ku li diji terorê pêk hat de, personelên profesyonel û perwerdrehiya herî baş stendine ên bi tecrube cih girtin. Li gel personelan wezayitên bi teknolojîya herî baş hatine amadekirin ji bo di operasyonê de bikar bînin hatin amadekirin. Di demek pir kin de li tevahiya navçeyê asayîş hatiye bi destxistin û navçe dîsa hatiye halê xwe yê berê. Ger ku dewlet û personelan li derve têrbunê mudaxale kiribûya di serdegirtin û dagirkeriya buyerê de ew qas bi ser nediket. Îdareyê ji bo di di xizmetê de qusûr derkeve du gav neavêtiye. Di bûyerê de tu tiştê ku bibe sedema qusûra xizmete pêk nehatiye. Di xizmetê de tu qusûr tune ye. Hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiya welatiyan li gori erk û peywira zagonan çek bikar anîye. Çek li gorî zagonan bikar anîne." 

'KUŞTINA MîRAY BEKEK NÎŞANEYA TEDBÎRA JIYANÊ YE' 

Her çend bi sedan welatî hatin kuştin, bi hezaran xanî hatin xerakirin û nêzî 3 mehan mirov di malên xwe de bê av, bê ceyran û bê xwarin hatin hepiskirin jî Wezaretê di berdewama parastinê de îdîa kir ku di qedexeya 79 rojan de tu maf nehatiye binpêkirin û wiha cih da parastinê: "Di pevçûn û şerê qedexeya 79 rojan de tu îhlalên mafan pêk nehatye. Bila nayê ji bîr kirin ku ji bo mafên din bên parastin ev pêkanîn nebe nabe. Piştî ev operasyon pêk hat mafên din tên parastin. Ev qedexe ne ji bo cezakirina bajarekî ye. Dijberi vê yekê ji bo parastina mafê wan e. Îdîaya ku leşker û polîsan qadên sivîl hedef girtine jî tenê îdîa ye. Di qedexeyê de di serî de mafê tenduristiyê û hemû mafên din hatine bersivandin û tu kemasî di xizmetê de pêk nehatiye. Dîsa îdîaya kuştina Ramazan û Miray İnce jî ne rast e. Dijberî îdîayê dema diçû nexweşxaneyê û di lêdanê de hatiye kuştin, nîşanî me dide ku di qedexeya derketina kolonan de em çiqas mafdar in. Lêdan û kuştina wan, nîşanî me dide ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan qedexeya derketina kolanan çiqas ‘tedbîra jiyanî ye" Wezaretê parast ku ew ne berpirsiyar e û di xizmetê de qusûr tune ye. 

Wezareta Karên Hundir dijberî bîlançoya ku Wezareta Derdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari der barê xerakirin û wêrankirina Cizîrê de aşkere kir, tabloyek pir xweşbinî û erênî xêz kir. Sari di bîlançoyê de diyar kir ku li navçeyê li ser 20 hezar û 161 xanî û kargeriyan lekolîn û tespîta xezarê kirine û di vê xebatê de tespît kirine ku 2 hezar û 700 konut û karkerî xera bûne û zerar dîtine. 

Li gorî wezareta Rakirinê jî ji bo Cizîr dîsa bigêje halê xwe 3-4 milyar TL pere divê. Bi biryara Lijneya Wezîran a 30'ê Hezîrana 2016'an ji bo taxên Kuştepe, Cudi, Sur, Dag Kapi, Kale, Şah, Yafes, Alibey û Nurê yên Cizîrê wekî qadên bi rîsk hatibûn îlankirin. Li gorî rapora GABB û TMMOB'ê ya li Cizîrê jî, ji ber şer li navçeyê zêdetîrî 50 hezar welatî koçber bûne. Dîsa li navçeyê herî kêm 10 hezar mal zerar dîtine. 

RASTIYA XWE VEDIBÊJIN

Parêzer Newroz Uysal der barê paratina Wezaretê de diyar kir ku parastin bi zimanê leşkerî hatiye nivîsandin û wiha got: "Daxwazname bi zimanê leşkeri hatiye nivîsandin. Di bersîva daxwaznameyê de dibêje ‘teknolojiya dawî’, ‘Personelê bi tecrûbe yê herî baş hatiye perwerdekirin'. Ev rastiya xwe qebûl dikin. Dîsa der barê mirovên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dane de nîşan dide ku dewletê çekên çawa li dijî wan bikar anîye. Çend personel beşdarî operasyonê bûne û kijan çek bi kar anîne jî bê bersîv hiştine. Wezaret di parastinê de dixwaze ku em şikir bikin ku muwekilên me dijîn.

Uysal, destnîşan kir ku geşedanên li Navçeyê rûdan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Uysal, da zanîn ku ev di raporên saziyan amade kiriye de hatiye belgekirin û wiha got: Li gel ku me ev belgeyên sûc pêşkêşî Wezaretê kirine jî wezaretê ev bê bersîv hiştine."